Hamasê pesnê Erdogan da

Hamasê pesnê Erdogan da

PeyamaKurd – Hamasê parastina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a ji bo têkoşîna rizgarkirina gelê Filistînê, azadî û axa wan û helwesta wî û daxuyaniyên ku di vê mijarê da da, nirxand.

Hamasê piştî axaftina Erdogan a di Civîna Koma Meclîsê ya AKPê de daxuyaniyeke nivîskî da.

"Bira Komara Tirkiyeyê "Em helwesta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a di têkoşîna gelê Filistînê ya ji bo rizgarkirina azadî û axa xwe de gelekî bi qîmet dibînin." Li ser gotinên "Di dema Şerê Rizgariyê de Hêzên Neteweyî yên li Tirkiyeyê çi bû, Hamas jî ew e" destnîşan kir ku gotinên wan bi qedr û qîmet in û ew bi vê yekê serbilind in.

Daxuyaniya Hamasê wiha ye:

“Daxuyaniyên wêrek û helwestên bi rûmet ên Serokomar Erdogan, pozîsyona dîrokî û bêhempa ya gelên bira yên Tirkiyeyê nîşan dide. Gelê me, ew ê di helwesta xwe ya li hemberî gelê me yê li Şerîda Xezzeyê û di têkoşîna xwe ya ji bo piştgirîkirina mafê gelê me yê rizgarkirina xaka xwe, vegerê û avakirina dewleteke serbixwe ku paytexta wê Quds e, wê van daxuyaniyan wek dengekî wêrek ezber bike."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin