Konsolosê Fransayê: “Em ê her wext dostê Kurd bimînin”

Konsolosê Fransayê: “Em ê her wext dostê Kurd bimînin”

PeyamaKurd- Balyozê Fransayê yê Hewlêr a payîtexta Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies got ku dê Fransa her wext dostaniya Kurda bike û weka dostekî Kurdan bimîne. Bi sedema salvegera destpêkirina karê xwe yê 9 emîn yê hukumeta herêma Kurdistanê, balyozê Fransayê yê Hewlêrê Olivier Decottignies weha got:

“Hukumeta herêma Kurdistanê ya 9 emîn ya di bin serokwezîrtiya Mesrûr Barzanî û cîgirê wî Qubad Talabanî de, têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê xurt kir. Têkiliyên me yên di seha aborî, ewlekarî û çandî de xurt bûn.”

Konsolos Decottignies ragihand ku ji avakirina herêma Kurdistanê heya pêvajoya têkoşîna li dijî İŞİDê, rolekî Fransayê yê girîng di desteka Herêma Kurdistanê de heye û di têkoşîna bi Kovid-19 ê re destekê didin herêma Kurdistanê, hem têkiliyên Fransayê yên baş bi wezaretên Kurdistanê re hene.

Balyoz di nav axaftina xwe de serokwezîr Mesrûr Barzanî, di demeke ku keysa wan hebe de, dawetî Parîsê kir û got wê bi seredna Barzanî ya bo Parîsê gelek dilxweş bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin