PeyamaKurd- Rêvebirê giştî yê lîmana Îskenderûnê ya navdewletî yê şîrketa Limakê Mehmet Ünlü ragihand ku dê li payîtexta Kurdistanê li Hewlêrê baregeha xwe vekin. Li Hewlêrê zîrwe ya 2 yem ya Tirkiye-Iraq-Kurdistan ya bazirganî hat lidarxistin. Zîrwe ji aliyê TISİAD ê de hat kirin.
Mehmet Ünlü bo Rûdawê weha ragihandiye:
“Em Hewlêrê li goşê çar dewletan, ciyeka stratejîk qebûl dikin. Ev ciyê stratejîk bi girîngiya xwe û bi hêza ku ji dîrokê distîne, bi nûfûsa xwe ya gênc û perwerdekirî û hem bi awantaja ku bajarekî navdewletiye, dibe ku bibe baregeha bazirganî û lojîstîk ya herêmê.”
Ünlü ragihand ku 40 sal berê lîmana Îskenderûnê gelek bi hereket bû û dihat bikaranîn. Ünlü di dewama axaftina xwe de weha got:
“Em wek fîrma Limak Holding, tunela Zaxoyê çêdikin. Bi sermayeyeka dinê jî me lîmana Îskenderûnê vejand. Niha bi kapasîteya 1 mîlyonî ev 8 sale ku em lîmanê dixebitînin. Lîman ya TCDD (Rêya Hesin) yê bû. Di heman demê de bi rêya hesin ya Bexdayê ve girêdayî bû. Em dixebitin da lîmana Îskenderûnê û Kendava Basrayê bihev ve girêdin. Hewlêr bo çi bo me girîng e? Em Hewlêrê di 4 qorziya 4 dewletan de ciyeka stratejîk dibînin. Dikare bibe baregeha bazirganiyê. Em dikarin bi girêdaneka wê ya bi lîmana bi behrê re biserbikevin. Ciyê herî nêz lîmana Îskenderûnê ye. Lîmana Basra û Îskenderûnê ji Hewlêrê 900 km ye. Bajarê ku di orta her dû kendavan de ye; bajarê Hewlêrê ye. Ciyeka gelek girîng e. Em ê jî di vê çarçoveyê de baregeha (ofîs) xwe li Hewlêrê ava bikin. Di demeka nêz de bo danasîna lîmana Îskenderûnê em ê dest bi xebatên xwe bikin.”
Di zîrwe yê de balyozê Tirkiyê yê Hewlêrê Hakan Karaçay, cîgirê serokê TÜRKONFED ê Süleyman Sönmez, serokê TISİAD ê Nevaf Kılıç, serokê Oda Bazirganiyê yê Hewlêrê Dara Celil Hayat û gelek rêvebir û karsaz hebûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin