PeyamaKurd - Piştî ku Koma Medyaya Dogan ji aliyê Koma Demirorena nêzîkî AKPê hat kirîn 2 rojnamevanên din ên ku neçûbûn rêza Erdogan hatin qewirandin.
Li gor xeberên medyaya Tirkiyê, rojnamevan Îsmaîl Saymaz ji rojnameya Hurriyetê û qenala CNN Turkê, Nevzat Çiçek jî ji CNN Turkê hatin qewirandin.
Ev herdu rojnamevan neçûbûn rêza wan kesên ku bê qeyd û şert serî li ber Erdogan û desthilata wî tewandibûn.
Medyaya Dogan çendak berê ji aliyê Koma Demirorena girêdayî AKPê hatibû kirîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin