PeyamaKurd- Li bajarê Ixdirê ku dikeve rojhilata Kurdistana bakûr, projeyekî ji aliyê rêvebiriya tenduristiyê de tê meşandin. Navê projeye “Daweta bo lêkolînan” e. Proje di çarçoveya bernameya “Di pençeşêrê de girîngiya teşxîsa zû” ye.
Di çarçoveya projeyê de, ji xebatkarên tenduristiyê tîmek hatiye danîn da mijarê bi xelkê bidin zanîn. Ev tîm li navendê, li navçe û gundan geriyane û girîngiya teşxîsa zû ya bo pençeşêrê bi xelkê dane zanîn. Hatiye ragihandin ku bi teşxîsa zû mirov dikare bi pençeşêrê re serî derê û dermankirina nexweşînê bê pereye. Divê hinek test bênkirin da encam bê zanîn. Di rêya stand, rojname, radyo, belavok û hwd gelek xebat hatine kirin.
Bi taybetî jinên ku berê navên wan hatiye tesbîtkirin, wan ji malên wan hilanîne û anîne navenda tenduristiyê û piştî mamografi HPV-DNA û lêgerînên GGT yê hatine kirin, wan bi erebeyan danîne malên wan. Bi xebateka baş Ixdir di vî warî de, li seranserê welat bajarê yekem an yê duyeme ku ev xebat lê baş hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin