23 hezar û 600 kes wê zîrweya G-20 ê biparêzin

23 hezar û 600 kes wê zîrweya G-20 ê biparêzin

PeyamaKurd- Wezîrê ewlekariyê yê welatê Arjantînê Patricia Bullrich, bo zîrwe ya G-20an ya ku wê di dawiya vê mehê de li Arjantînê, li payîtext  Buenso Airesê bêkirin, agahî da çapemeniyê. Bullrich weha got:

“Em bi teşkîlata îstîxbarata federal ya Arjantînê (AFI) û îstîxbaratên welatên din yên dunyayê re di nav têkiliyan de ne. Bi giştî wê 22 hezar û 700 kes ji hêzên asayîşê wezîfe bikin.”

Wezîr Bullrich li navenda Kirchnerê ya Çandê ku li payîtextê ye, bi wezîrê ragihandinê bi Guillermo Dietrich û koordînatorê giştî yê teknîkî yê G-20an Hernan Lombardi û rêvebirên cî re civîna çapemeniyê kir.

Bullrich ragihand ku demeke dirêje li ser ewlekariya civînê xebatê dikin û got kî dixwaze xwepêşandanê bike bila bike, lê bila di çarçoveya aştî û azadiyê de tevbigere û xwe ji şiddetê dûr bixin.

Lombardi jî di ragihandina xwe de got ku wê li dora 3 hezar rojnamevan zîrweyê bişopînin. Zîrwe di navbera 30 yê mehê û 1 ê meha pêşiya mede dê bêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin