Behrêyn dê li Herêma Kurdistanê nûnergehekê veke

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya karmendê karûbarên Iraqê yê Behreynê Xalid Ehmed El Mensûr kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani pêşwazî li Nûnerê Behrêynê li Iraqê Xalid Ehmed El Mensûr kir. Di hevdîtinê de têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Behrêynê re hatin nîqaşkirin.
Li gorî daxuyaniyeke ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatiye belavkirin, her du aliyan tekezî li ser xwesteka xwe ya ji bo bipêşxistina têkiliyên hevbeş û berfirehkirina hevkariya dualî, bi taybetî di warên aborî û bazirganiyê de kirin. Her weha li hev kirin ku ji ezmûnên hevdu fêr bibin.
Di vê çarçoveyê de, berpirsê karûbarên Behrêynê girîngiya ku welatê wî dide têkiliyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dubare kir û behsa hewldanên Behrêynê yên ji bo vekirina nûnertiyeke dîplomatîk ya li Hewlêrê kir.
Mijarên din ên rojevê têkiliyên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de, rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û bipêşketinên dawî yên li herêmê bûn.
Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.




