Li PEyê hevpeymaniya rastgir hate avakirin: Welatparêzên ji bo Ewropa

Li PEyê hevpeymaniya rastgir hate avakirin: Welatparêzên ji bo Ewropa

PeyamaKurd - Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban ragihand ku wan bi serokên rastgir ên populîst ên Awûstriya û Komara Çekê re li Parlamentoya Ewropayê (PE) hevpeymaniyeke nû ya rastgir a bi navê "Welatparêzên ji bo Ewropayê" ava kirine.

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban, li Viyanayê bi Serokê Partiya Azadiya Awûstriya ya rastgir (FPÖ) Herbert Kickl û Serokwezîrê berê yê Komara Çek û serokê partiya populîst ANO (Erê) Andrej Babis re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Rastgirên PEyê Orban, Kickl û Babîs ragihandin ku wan hevpeymaniyeke nû a bi navê "Welatparêezên ji bo Ewropayê" ava kirine û bang li partiyên din ên Ewropayê kirin ku tevlî hevpeymaniya Welatparêzên ji bo Ewropayê bibin.

Serokê Partiya Rastgirên Populîst (Yekîtiya Hemwelatiyên Macarîstan) a desthilatdar a Macarîstanê Viktor Orban di daxuyaniyê de  got: "Îro li vê derê serdemek nû dest pê dike û dibe ku ev gava herî diyarker a vê serdema nû ya siyasî ya Ewropaya ku wê biguhere be."

Serokwezîrê Macaristanê Orban anî ziman ku wî bi Kickl û Babis re "manîfestoya niştimanperweriyê" îmze kiriye û got ku wan soza "di şûna şer, koçberî û raqestandina ku elîtên li Brukselê pêk anîne de, aştî, ewlehî û geşedanê pêk bînin" dane û dom kir:

"Armanca me ew e ku e di zûtirîn demê de bibin hevalbendên rastgir a herî bihêz a siyaseta Ewropayê."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin