PeyamaKurd - Li Bexdaya paytexta Iraqê 6 navçe ji ber belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) hatin karantînakirin.
Îro Çarşemê (20.05.2020) 6 navçeyên Bexdayê ji bo du heftiyan hatin karantînakirin û hatûçûnê li wan navçeyan hat daxistin.
Roja Duşemê (18.05.2020) Wezareta Tenduristiya Iraqê ragehandibû, şeş navçeyên Bexdayê dê ji roja çarşemê ve dê bi temamî bên karatînakirin. Navçeyên ku di çarçoveya tevdîrên li dijî belavbûn koronayê hatine karantînakirin ev in: Navçeya Sedr, Navçeya Hebîbiye, Navçeya Kemaliye, Navçeya Huriye, Navçeya Şuile û Navçeya Amriye.
Wezareta Tenduristiya Iraqê ragehand, li gel daxistina temamî ya wan navçeyan ve dê tîmên tenduristiyê dest bi test û kontrolên xelkê wan navçeyan bikin.
Heta niha 3 hezar û 534 kes li Iraqê (Derveyî herêma Kurdistanê) bi vîrusa koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 126 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin