PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, ji bo pêşîgirtina vîrusa koronaya nû (Covid-19) hemû helsengandin wiha dixwazin ku rêkarên xweparêzîyê zêdetir bêne tundkirin û bên zêdekirin.
Wezîrê Tenduristîyê Berzencî, tevî spaskirina hemwelatîyan bo aramîyê û mayîna wan a di mal de û spasiya hemû alîyên peywendîdar kir û got; “Tika ye bila tenduristîya hemwelatîyan li pêş her erkê din be.”
Dr. Berzencî destnîşan kir, “Bi pabendbûna me bi vemanê di mal de û dûrketina ji berkeftina hevdu, em dê Kurdistana xoşdivî ji karesatê biparêzin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin