Bi ser rizgarbûna Kobanî de 10 sal derbas bûn

Bi ser rizgarbûna Kobanî de 10 sal derbas bûn

PeyamaKurd – Bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, deh sal berê rojek wekî îro 26ê Çileya 20215an bi hevkariya Hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, piştevaniya hêzçên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî ji destê rêxistina DAIŞ a dirinde hate rizgarkirin.

Îro 26ê Çileya 2025an salvegera rizgarkirina bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ye, ku di sala 2014an de rastî êrîşeke tund a DAIŞê hatibû û beşek mezin ji herêmê hatibû dagirkirin

Di Îlona 2014an de çekdarên DAIŞê bi tevahiya karînên xwe êrîşî ser herêma Kobanê kirin. Di destpêka de, DAIŞê dora 350 gundên Kobanî kontrol bikin ku di encamê de nêzîkî 400 hezar kes derbeder bûn û berên xwe dan bajarên Bakurê Kurdistanê.

Êrîşên DAIŞê roj bi rojê zêdetir dibûn û rûbera kontrola wan jî berfireh dibû û hewl didan xwe bighînin navenda bajarê Kobanî.

Hêzên YPGê li Kobanê berxwedaneke mezin dan, lê ji bo rizgarkirina Kobaniyê hêza wan têr nedikir ku li hember êrîşên dirinde rawestin. Wê demê ji ber zêdebûna metirsiya DAIŞê li ser bajarên Rojavayê Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî biryara piştevaniya Kobanê da û li ser fermana wî, Parlamentoya Kurdistanê roja 22yê Cotmeha 2014an biryara şandina çek û Pêşmerge ji bo Kobanî da.

Hêzên Pêşmerge ji Herêma Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn, ji wir ve jî roja 28ê Cotmeha 2014an derbasî Kobanê bûn û piştevaniya Kobanê kirin ku Hevpeymaniya Navdewletî jî bi wê piştevaniyê re kete tevgerê û ji aliyê asmanî ve êrîşî DAIŞê kir.

Pêşmerge û hêzên Kurdî dorpêça li ser Kobanê şikandin û karîn bajarê Kobanê û hejmareke mezin ji gundên derdora wê ji destê DAIŞ bi temamî derxin û 26 Çileya 2015an jî serkeftina xwe ragihandin.

Ev nivîs 182 car hatiye xwendin.