Birayê Murat Karayilan hat girtin

Birayê Murat Karayilan hat girtin

PeyamaKurd - Birayê serkirde û endamê Komîteya Navendî yê PKKê Murat Karayilan, Bozan Karayilan bi hincet û tawanbariya 'endamtiya rêxistinê' li Pirsûsê hat girtin.

Bozan Karayilan ku berê endamê Meclîsa Giştî ya rêxistina HDPê ya bajarê Rihayê bû, 3 roj berê di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Sirûcê de hatibû binçavkirin.

Bozan Karayilan îro derket pêşberî dadgehê û bi hincet û tawanbarkirina 'endamtiya rêxistinê' biryara girtina wî hat dayîn. Karayilan piştî biryara dadgehê şandin Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin