Yekîtiya Awrûpayê rexneyên xwe yên bo Tirkiyê zêde kir. Li gor YA guman di çareseriya rêyên hûqûqê de heye.
Yekîtiya Awrûpayê vê biryara xwe li ser zîndanîkirina rêvebirê Rêxistina Efûyê, binçavkirin û zîndanîkirina rêvebirên Yekîtiya Doktorên Tirkiyê (TTB) û neqebûlkirina biryara Dadgeha Qanûna Esasî ya Tirkiyê ku di derbarê serbestberdana du rojnamevanan de Şahin Alpay û Mehmet Altan de dabû weka delîl nîşan da.
Ragihandina nivîskî ji YA ji aliyê Federica Mogherini û Johannes Hahn ve hat kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin