Çavnebariya Rejîma Îranê ya li dijî Newrozê didome: 41 kes hatin desteserkirin

Çavnebariya Rejîma Îranê ya li dijî Newrozê didome: 41 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Di demekê de ku li gelek gund û bajarên Rojhilaê Kurdistanê pîrozbahiyên cejna Newrozê tên lidarxistin, rejîma Îranê bi çekdar û dezgehên xwe yên emnî pêla xwe ya gazîkirin, lêpirsîn û desteserkirinê ya li dijî Kurdistaniyan berfirehtir dike.

Li gorî daneyên ku ji aliyê Saziya Mafê Mirov a Hengawê ve hatine tomar kirin, di rojên dawî de bi hezaran Kurdistanî ji aliyê hêzên emnî yên rejîmê ve hatine gazîkirin û di heqê wan de lêpirsîn wan hatine kirin. 

Hengawê ragihand ku herî kêm 41 kes, ku ji wan 6 zarok in, bi destê çekdarên rejîmê ve hatine desteserkirin. 

Ev pêla fireh a desteserkirinê li bajarên wekî Ûrmiye, Şino, Serdeşt, Seqiz, Merîwan, Sine, Pîranşar û Kirmaşanê pêk hatiye.

Nasnameya 6 zarokên ku hatine desteserkirin, ji aliyê Hengawê ve bi vî awayî hat tekezkirin: 

Şakar Mihemedzade (10) Bariyar Mihemediyanî (14), (her du ji Serdeştê ne); Evîn Ehmedî (16) û Sarya Ehmedî (17), (du xwişkên ji Ûrmiyeyê ne); Kayhan Tedbûrî (17) û Mihemed Qaderî (17), (her du ji Merîwanê ne).

Hengaw bi bîr dixe ku li gorî madeya 37an a destûra bingehîn a Îranê, ji bo pîrozbahiya Newrozê, ne hewceyî destûra dezgehên rejîmê ye. 

Lê belê, hêzên ewlekariyê yên Komara Îslamî ya Îranê her sal bi atmosfera tirsê, gazîkirin, tehdîtkirin û desteserkirinên cemawerî, hewl didin rê li ber pîrozbahiyan bigire.

Li gorî Hengawê, lîsteya van 41 Kurdistaniyên ku ji ber beşdariya pîrozbahiyên Newrozê hatine desteserkirin weha ye:

Merîwan: Aram Nîkpêyî (38), Mihemed Nîkpêyî (28), Mihemed Aştak (23), Tehsîn Dadras (31), Bilal Dadras (36), Kayhan Tadberî (17), Mihemed Qaderî (17), Keywan Dadres (26), Kawe Dastan (45), Çalak Pîrozî (19), Keywan Mînoyî (32), Kerwan Defî (25).

Serdeşt: Şakar Mihemedzade (10), Bariyar Mihemediyanî (14), Aram Elî, Kemal Xezanî, Rehîm Qederî, Kamîran Xezalî, Şêrzad Şêxî, Behrûz Meslah, Osman Omernijad, Hemzeh Huseynî.  

Şino: Seyîd Kemal Tahayî, Ebûbekir Xatemî (47), Hadî Cemeyî (38), Samî Xezrî, Mesûd Xezrî, Hemze Zîbakelam, Metîn Çûpanî (20).  

Ûrmiye: Ehmedê Xanî (21), Evîn Ehmedî (16), Sarya Ehmedî (17).  

Servabad: Şîrvan Heyderî, Îdrîs Heyderî, Sîrvan Hatamat.  

Seqiz: Fewad Keşewerz, Seyfullah Xan Xefûrî (78, ji Başbûlaxê).  

Kirmanşan: Mecteba Weysî (36).  

Pîranşar: Selman Pasang.  

Sine: Esad Babakarmî (34).

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.