Ceza dan 4 rêvebirên DBP ê

Ceza dan 4 rêvebirên DBP ê

PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê bi sedema ku endamên rêxistina terorîne, 4 rêvebirên BDPê di navbera 7 sal û 9 salan de ceza girtin.

Her 4 kesên bi navê Mehmet Çiçek, Bayram Aslan, Mahide Kurttekin û Mahmut Kaya ku niha di zîndanê de ne, tevî parêzerên xwe hatin dadgeha cezayê giran ya 6 emîn ya Rihayê.

Zîndanî sûcên xwe qebûl nekirin lê dozgerê dadgehê ku temsîla dewletê dike got ku wan bi axaftinên xwe pesnê rêxistina terorê dane, tevlî cenazeyên PKKê bûne, bê îzni xwepêşandanan kirine û dawa cezakirina wan kir.

Dadgeha cezayê wan di navbera 7 sal û 9 salan de da û biryara dewama mayîna wan ya di zîndanê de da. Zîndanî ji 12 ê meha 12an ya 2016 ê ve heya niha di zîndanê de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin