Civaka Cihûyên Kurdistanê ji bo Rojava kampanya da destpêkirin

Civaka Cihûyên Kurdistanê ji bo Rojava kampanya da destpêkirin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Civaka Cihûyên Kurdistanê ya li Îsraîlê ji bo piştevanîya Rojavayê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.

Di kampanyaya îmzeyan a ji bo hikûmet û parlamentoya Îsraîlê de, piştevaniya dîplomatîk ji bo parastina sivîlên li herêmê tê xwestin.

Serokê Civaka Yahudiyên Kurdistanê ya li Îsraîlê Yehuda Ben û çalakvanên civaka sivîl li ser platformên medya civakî dest bi kampanyayê kirin û xwestin ku dewleta Îsraîlê li hemberî êrîşên li dijî sivîlên li Rojavayê Kurdistanê helwestê nîşan bide.

Kampanya li ser Change.orgê hatiye destpêkirin ku yek ji platformên herî mezin ên daxwaznameyan e li cîhanê û sedemên kampanyayê jî hatin eşkerekirin.

Di nivîsa daxwaznameyê de ku bi sernavê "Banga ji bo Dewleta Îsraîlê: Parastina Sivîlên li Rojavayê Kurdistanê Berpirsyariyeke Mirovî ye" hat belavkirin, hate gotin ku binesaziya sivîl, zarok û mirovên bêguneh li herêmê dibin armanc.

Civaka Cihûyên Kurdistanê ya li Îsraîlê destnîşan kir ku civaka navneteweyî li hemberî vê rewşê bêdeng maye û tekezî li ser mafê jiyana bi ewle û rûmet a gelê Kurd kir ku li dijî terorê bedelên giran dane.

Çar daxwazên sereke yên ji dewleta Îsraîlê wiha hatin rêzkirin:

 Bikaranîna kanalên dîplomatîk ên Îsraîlê ji bo parastina sivîlên li Rojavayê Kurdistanê.

Anîna rojevê ya binpêkirina mafên sivîlan li platformên cîhanî.

Piştgirîdayîna çalakiyên mirovî û hiqûqî yên ku armanca wan parastina nifûsa sivîl a li herêmê ye.

Nîşandana helwesteke zelal li dijî hedefgirtina sivîlan bi kiryarên terorîstî

Serokê Civaka Yahudiyên Kurdistanê ya li Îsraîlê Yehuda Ben Yosef li ser kampanyayê daxuyanî yek da û got ku însiyatîf li ser bingeheke mirovî û hiqûqî dimeşe, destnîşan kir ku kampanya banga tundiyê yan şer nake, berevajî vê yekê armanca wê parastina jiyana mirovan e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin