Civata wezîran li dor 3 mijaran civiya

Civata wezîran li dor 3 mijaran civiya

PeyamaKurd – Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê îro, Çarşemê, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya û 3 mijarên giring ên têkildarî mûçe, petrol û Hêzên Pêşmerge gengeşe kirin.

Li gorî daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de ev mijaran hatin nîqaşkirin: Pêngavên dawî yên ji bo dayîna mûçeyên mehên Hezîran û Tîrmehê yên sala 2025an hatin şopandin; mijara ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li gorî biryara hevbeş a di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal de hate nirxandin û pêşniyarên Wezareta Pêşmerge yên derbarê xizmet, malnişînî, mûçe û mafên darayî yên Hêzên Pêşmerge hatin gengeşekirin.

 

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.