Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeyeke leşkerî ya Brîtanî kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwaziya şandeyeke leşkerî ya Brîtanî bi serokatiya Edward Algren, Şêwirmendê Payebilind ê Parastinê yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê kir.
Di civînê de, Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Beasley jî amade bû.
Di vê hevdîtinê de, pêşketinên dawî yên rewşa ewlehiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê, xurtkirina hevrêzî û hevkariya ewlehî û leşkerî di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştgirî û alîkariya Brîtanyayê ji Herêma Kurdistanê re kir.
Her du aliyan tekezî li ser giringiya rêzgirtina li pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê, parastina mafên darayî yên gelê Kurd, û bidawîkirina êrîşên terorîstî yên bi balafirên bêpîlot li ser Herêma Kurdistanê kirin. Herweha wiha, rewşa dawî ya li Sûriye û pêşketinên li Rojhilata Navîn bi giştî beşek din a nîqaşan bûn.
Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.





