Nêçîrvan Barzanî di 42yemîn salvegera Enfala Barzaniyan de: Divê hikûmeta Iraqê edaletê misoger bike

Nêçîrvan Barzanî di 42yemîn salvegera Enfala Barzaniyan de: Divê hikûmeta Iraqê edaletê misoger bike

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 42yemîn salvegera Komkujiya Enfalê ya Barzaniyan, ku 8 hezar kes ji eşîra Barzan hatin qetilkirin, peyamek belav kir.

Barzanî di peyamê de tekez kir ku hikûmeta Iraqê berpirsiyar e ku edaletê ji malbatên qurbaniyan re dabîn bike û mafên wan bi cih bîne. Wî got:

"Komkujiya Enfalê beşek ji zincîra tawanan bû ku rejîma wê demê ya Iraqê ji bo têkbirina îradeya gelê Kurd pêk anî, lê ev yek bi ser neket. Ev bûyer wekî lekeyeke reş di dîroka tawanbaran de ma."

Nêçîrvan Barzanî rêz û hurmeta xwe ji bo berxwedana dayik û xizmên qurbaniyên Enfalê nîşan da û got:

"Ez destên wan dayikên qehreman maç dikim ku bi evîna welat û gel zarokên xwe mezin kirin."

Her wiha, wî bal kişand ser girîngiya dersgirtina ji rabirdûyê û diyar kir:

"Êşa rabirdûyê divê ji bo hemû Iraqiyan bibe ders. Em divê bi aştî, rûmet û tehamulê bi hev re bijîn."

Di dawiyê de, Nêçîrvan Barzanî silav li giyanê şehîdan kir û spasiya wan  civakan kir ku doza Barzaniyan hembêz kirin û beşdarî bîranîna vê rojê ya li Hewlêrê û deverên din bûn.

 

 

 

 

 

Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.