Nêçîrvan Barzanî: Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê divê di pêşeroja welêt de şirîkên bibandor bin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Fermandarê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê, General Kevin Lambert re hevdîtinek pêk anî.
Di civînê de, gefa domdar a DAIŞê wekî "xetereyeke cidî" hat nirxandin û giringiya berdewamiya mîsyona Koalîsyonê hat tekezkirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Wezîrê Pêşmerge û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê jî beşdarî civînê bûn. Mijarên ewlehiyê, çalakiyên DAIŞê û pêwîstiya hevrêziya di navbera aliyan de hatin nîqaşkirin.
Nêçîrvan Barzanî û Lambert li ser rewşa Sûriyeyê axivîn û diyar kirin ku divê Kurd û pêkhateyên din ên li Sûriyeyê di niha û pêşeroja welêt de bibin şirîkên bibandor.
Herwiha, reformên di Wezareta Pêşmerge de û pêvajoys yekkirina hêzên Pêşmerge jî di rojevê de bûn. Têkiliyên di navbera Iraq, Herêma Kurdistanê û welatên cîran de, li gel geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn jî di hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.





