Hêzên Îranê li Îlamê Kurdê bi navê Alîxan Zamanî kuşt

PeyamaKurd – Li gor ragihandina Hengawê; li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Îlamê li gundê Heft Kanî, Kurdê bi navê Alîxan Zamanî (46) ji aliyê qereqola 14em ya polîsan de hat kuştin. Zamanî zewicandi û xwediyê 2 zarokan bû.
Çavkaniya bo Hengawê ragihandiye ku polîs ji bo birayê wî Muhsîn Zamanî bigre avêtiye ser mala wî, Muhsin birîndar kirine lê ew birîndar karibiye bireve.
Li gor şahidên bûyerê ragihandine, kesê ku Muhsin Zamanî birîndar kiriye û Alixan Zamanî kuştiye, mudirê qereqola 14em ya polîsan İbrahim Bagheri ye.
Piştî bûyerê xelkê Hefte Çeşmê (Heft Kanî) û hêzên hukumetê ketine ber hev û piştî polîsan bi çekan li xelkê xistine, reviyane.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




