Darên mişmişan derman dikir lê di bin traktorê de ma

Darên mişmişan derman dikir lê di bin traktorê de ma

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Akçadağê cotyarê ku darên xwe yên mişmişan derman dikir yê bi navê Haydar Güler (61), traktora ku wergeriya di bin de ma û jiyana zwe ji dest da.

Qeza li dora nîvro li gundê Kolköyü qewimî. Haydar Güler di nav baxçê xwe de bi traktora xwe darên mişmişan derman dikir lê traktor ji dest hilata wî derket û wergeriya.

Kesên dîtin Haydar Güler di bin traktorê de maye xeberê dan tîmên 112an û di pey de cendirme û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Güler bi birîndarî ji bin traktorê derxistin û ew birin nexweşxana dewletê ya navça Akçadağê.

Lê Güler li nexweşxanê di beşa lezgîn de can da. Cesedê wî ji bo otopsiyê birin morga tib a edlî.