Maduro: Bombebaranê rawestînin

Maduro: Bombebaranê rawestînin

PeyamaKurd – Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û xwest ku bombebarana Îsraîlê ya li ser Gazzeyê bê rawestandin.

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro got, "Em wek Venezuela banga hevgirtinê ya bi gelê Filistînê re dubare dikin û rastiya Filistînê bi bîr tînin. Divê di zûtirîn demê de agirbest bê avakirin. Em daxwaza rawestandina bombebarana li         Gazzeyê dikin û li ser bingeha peymanên Neteweyên Yekbûyî danûstandinan dikin."

Maduro bi bîr xist ku Venezuela ji destpêkê ve piştgirî da doza Filistînê û got, "Em dixwazin qetlîamên ku li ser gelê Filistînê didomin rawestin. Em aştiyê dixwazin, em wekheviyê dixwazin û em çareseriya du dewletan dixwazin."

Wezîrê Karên Derve yê Venezûelayê Yvan Gli di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir, wan bi rêya vîdeokonferansê bi Wezîrê Karên Derve yê Filistînê Riyad El Malikî re hevdîtin pêk anîn û xwestin dorpêça li dijî gelê Gazzeyê bê rawestandin.

Gil got, "Me bi Wezîrê Karên Derve Riyad El Malikî re bi vîdeo konferansek li dar xist û derbarê qirkirina Îsraîl a li Gazzeyê û rewşa xerab a li Şerîda Gazzeyê de agahî da me. Weke hikûmeta Bolîvarê, ligel welatên din, em bi rayedarên Filistînê re hevahengiyê dikin da ku alîkariya lojîstîkî ya mirovahî bidin xelkê sivîl ku ji êrîşên Îsraîlê bandor bûne."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin