“Dexlên Kurdan disewitînin û berpirsiyarî jî ya hukumeta Iraqê ye”

“Dexlên Kurdan disewitînin û berpirsiyarî jî ya hukumeta Iraqê ye”

PeyamaKurd- Rêvebirê leqa 23 ya Mexmûrê yê PDK-I yê Kirmanc Abdullah bo BasNewsê ragihandiye ku berpirsiyariya şewitandinên dexlên cotyarên Kurdistanê, hukumeta Bexdayê ye. Kirmanc Abdullah weha ragihandiye:

“Piştî îxaneta 16 ê cotmeha 2017an, di hedefa dijminên Kurdan de cotyarên Kurd hene. Her sal dema dexlên cotyarên Kurd digihîjin û dema bo çinîne amade ne, agir bera zeviyên cotyaran didin û dibêjin ku wê zeviyên wan ji wan bistînin û wan tehdîd dikin. Berpirsiyariya vê mijarê ya hukumeta Iraqê ye ji ber ku hukumeta Iraqê îznê nade da Pêşmerge dagere wan deveran.”

Abdullah di dewama axaftina xwe de dibêje ku hêzên li herêmê ne û Haşdî Şabî ji xelkê herêmê heznakin û bo xelkê ne sadiqin. Lê dema Pêşmerge li herêmê ye, xelkê diparêze û canê xwe bo xelkê fîda dike. Di halê niha de, Kurd zerarê dibînin. Deverên ku ne di bin rêvebiriya herêma Kurdistanê de ne, %90 cotyarên wan Kurd in û niha dexlên wan tên şewitandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin