Di Belgeya dîrokî de Iraq jî qebûl dike ku Kerkûk Kurdistanî ye

Di Belgeya dîrokî de Iraq jî qebûl dike ku Kerkûk Kurdistanî ye

PeyamaKurd - Li gor belgeyekî dîrokî, hikûmeta Iraqê dipejirîne û qebûl dike ku bajarê Kerkûkê Kurdistanî ye.

Di sala 1924an nivîskarekî bi navê Haşim Seidî pirtûkek bi navnîşan Erdnîgariya Nû ya Iraqê nivîsiye û wezareta Wezareta Perwerdê jî biryar daye wek dersekê li dibistanên navendî û xaneyên pêgehandina mamostayan de ew pirtûk bê xwandin.

Di pirtûkê de ku li weşanxaneya Darulselam a Bexdayê hatiye çapkirin Haşim Seidî nivîsandiye hejmara rûniştvanên Kerkûkê 19 hezar kes e û piraniya xelkê wê jî kurd in û beşek ereb û tirkmen jî li bajar hene.

Li gorî heman nivîskar behs kiriye, ji ber hebûna leşkerên artêşa Osmaniyan li bajar nêzîkî 500 salan piraniya xelkê Kerkûkê tirkmenî dizanin.

Heman belge li tora civakî ya dîrokî ya bajarê Kerkûkê jî hatin belavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin