Di dema sêlandina firûnê de 3 kes birîndar bûn lê gumanbar hat girtin

Di dema sêlandina firûnê de 3 kes birîndar bûn lê gumanbar hat girtin

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Yenişehirê kesê bi navê Emrullah V. Avêt ser firûnekî, xwest firûnê bişêlîne û 3 kesan bi kêra donerê birîndar kir. Polîsê ku bûyerê dît, bi demançê li çîmê gumanbar xist û ew birîndar kir.

Gumanbarê ku wî tedawî dikirin, piştî tedawiyê li edliyê hat girtin û wî şandin zîndanê.

Bûyer, her çendîn di 1ê mehê de qewimî jî, girtina gumanbar îro cibîh hat. Bûyer li kolana Gevranê di firûnekî de çêbû. Kesê gumanbar radike kêrê û davêje ser firûna. Ji kesên wê derê re dibêje ku divê perê firûnê bidinê. Xebatkarên firûnê di ber xwe didin û naxwazin poere bidinê. Di pevçûnê de xebatkarên firûnê Ş.G., K.B. û ji esnafan O.K., birîndar bû.

Polîsê ku mudaxeleyê bûyerê kir, dema diçû ser karê xwe, bûyerê dît û mudaxeleyê bûyerê kir. Bûyer bi temamî di kamerayên der û dor de heye û hatiye qeydkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin