PeyamaKurd – Rêxistina Têkoşîna Kurdistanê ya Îran (Sazman-i Xebat), îro an ku di 13’e Adarê de ragihgand ku bi dronê êrîş kirine ser baregeha wan û di encamê de 2 Pêşmerge jiyana xwe ji dest dane û 4 Pêşmerge jî birîndar bûne.
Ciyê êrîşa ser Sazman-i Xebat li Başiqa bûye û nasnamên Pêşmergên di êrîşê de can dane aşkera kir. Ji Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Seqizê İkbal Salihi û ji bajarê Sine Faxreddîn Muradi ne. 4 Pêşmergên ku birîndar bûne dermankirina wan dewam dike.
Ji destpêka şerê 28ê Sibatê û heya îro gelek caran êrîş çûne ser axa Kurdistanê. Heya roja îro 294 fuze û dronan avêtine ser Kurdistanê. Ji wan 247 drone û fuze avêtine Erbîl û dora Erbîlê. 41 heb avêtine Silêmaniyê, 4 heb avêtine Duhokê û 2 dronan avêtine Helebçe.