PeyamaKurd - Fermandarekî payebilind ê hêzên Pêşmerge ji medya Kurdistanê re ragihand ku hêzên Pêşmerge di operasyona hevbeş a ligel hevpeymaniya navdewletî de ku li bakurê çiyayê Qereçûxê dabûn destpêkirin, 42 şikeftên terorîstên DAIŞê paqij kirin û hejmarek çekên cuda desteser kirin.
Hatiye diyarkirin ku di encama operasyonê de, hêzên Pêşmerge dest danîne ser 3 keleşnîkof, yek RPG, fîşek û gule, hejmarek belge, pîl û amûrên çêkirina TNT û 18 bîdonan.
Hat zanîn ku operasyon di 6 û 7ê vê mehê de li bakurê Çiyayê Qereçûxê, bi serpereştiya Sîrwan Barzanî destpê kiriye û 42 şikeft hatine paqij kirin ku ew operasyon îro 7ê Îlonê jî bidawî dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin