Di sala 2020an de 67 kolber bi guleyên hêzên Îran û Tirkiyê ve hatin kustin

Di sala 2020an de 67 kolber bi guleyên hêzên Îran û Tirkiyê ve hatin kustin

PeyamaKurd - Malpera Kolbernewsê ya bûyerên li ser kolberên kurd belav dike, ragihandiye ku di nav sala 2020an de 67 kolber li sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bi destê hêzên Îran û Tirkiyê hatine kuştin û 163 kolber jî birîndar bûne.

Li gorî amarên Kolbernewsê ber hev kiriye, di nav sala 2020an de 67 kolber li ser sînoran hatine kuştin ku ji 67 kolberan, 53 ji wan bi guleyên rejîma Îranê û 6 jî bi guleyên hêzên Tirkiyê hatine kuştin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku 2 kolberan di nav berfê de, 2 di nav çeman de û 4 kolberan jî di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha ji 163 kolberên birîndar 130 kolber bi guleyên hêzên Tirk û Îranê birîndar bûne ku êrîşên ser kolberan di sala 2021ê de jî berdewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin