Dibe hilbijartina Parlementoya Kurdistanê pasde bixin

Dibe hilbijartina Parlementoya Kurdistanê pasde bixin

PeyamaKurd – Endamê komisyona bilind ya hilbijartina Iraqê ya serbixwe Dawûd Salman ragihand ku bi sedema dadgeha federal ya Iraqê qanûna di derbarê hilbijartinên Kurdistanê de paş de xistiye, gelek zahmete ku hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di wexta destnîşankirî de bibin.

Li ser daxwaza serokatiya Herêma Kurdistanê komisyona bilind ya hilbijartinên Iraqê ya serbixwe, ji bo hilbijartinên parlementoya Kurdistanê roja 25 ê Sibata 2024an destnîşan kiribû.

Pêwiste giliyên di derbarê qanûna hilbijartina Herêma Kurdistanê ji terefê Dadgeha Federal ya Bilind ya Iraqê de biryara wan bê dayîn.

Dadgeha Bilind di celsa îro de biryarê hişt bo 21.01.2024an.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin