PeyamaKurd – Amerîkayê, ji bo rêzgirtina li giyanê serbazên ku do li Balafirgeha Kabûlê hatin kuştin, ala Amerîkayê li her derê daxist.
Sekretera Ragihandinê ya Koşka Spî Jen Psaki diyar kir: “Heta 5 rojan li ser Koşka Spî û hemû avahiyên hikûmet û serbazgeh û pêgehên ewlehiyê yên li navxwe û derve, ala Amerîkayê tê daxistin.”
Psaki eşkere kir; ala dê nizm bibe heta roja duşema bê.
Li Balafirgeha Kabûlê ya Afganistanê, do xwekujekî DAIŞê xwe teqand û di encama bûyerê de zêdetirî 90 welatiyên Afganî can dan û zêdetirî 120 kes jî birîndar bûn. Di nav kuştiyan de hejmarek ji çekdarên Talîbanê û 13 serbazên Amerîkî jî hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin