PeyamaKurd - Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê xwest ku hemû hemû tohmetbarên bûyera kuştina malbata Kurd a li Bexdayê werin desteserkirin û ragihand, ew tawaneke terorîstî ye.
Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê, li ser kuştina malbata Kurd a li Bexdayê da xuyakirin: “Ev tawaneke diltezîn û tirsnak û kosteke mezin e ku bi ser malbateke Kurd a Iraqî de li Bexdayê hatiye, tawaneke terorîstî ya neexlaqî, pîs û hovane ye û li dijî hemû nirxên mirovahiyê ye.”
Di daxuyaniyê de ji dezgehên ewlehiyê yên Iraqê û ji Encûmena Bilind a Dadgeriyê û ji hemû aliyên berpirs hat xwestin, "hemû rêkarên yasayî bigrin ber xwe ji bo desteserkirina hemû tawanbaran, bilez lêkolînê li ser wan bikin û bidin dadgehê da ku werin cezakirin."
Şeva 15ê Îlona 2020an li Bexdayê, Dara Reûf, Aliye Necmî û keça wan Şîlan li nav mala xwe ya li taxa Mensûrî ya Bexdayê bi awayekî dirindane hatin kuştin, ku ew tax cihê herî ewle yê Bexdayê tê zanîn.
Kujerê bi navê Mehdî Husên Nasir Meter ku di sala 1984an de jidayîk bûye û nişteciyê Bexdayê ye, doh li Hewlêrê ji aliyê Dije-Terora Kurdistanê ve hat desteserkirin û mikur hat ku wî ew malbat kuştiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin