PeyamaKurd- Serdozgeriya Komara Wanê, li ser gotara Sezaî Temellî ya di mîtînga Wanê de lêpirsîn vekir. Serdozgeriyê bi tometa bangeşeya rêxistina terorê û bêrêzî ya dezgeh û saziyên dewletê du lêpirsînên cuda vekirin.
Li aliyê din derbarê Parlamentera HDPê Salîha Aydenîz de jî, bi hinceta ku destê polîsekî gez kiriye û nehîştiye polîs karê xwe bike, lêpirsîn hat vekirin. Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan di mîtîngekê de gotibû ewê hesabê ji Saliha Aydenîz bixwazin, ku destê polîsekî gez kiriye.
Rayedarên HDPê dibêjin, dema parlamentera li Diyarbekirê xwestin e ber bi mala Leyla Guven bimeşin, polîsan pora Saliha Aydenîz kişandine û ew xistine erdê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin