Ebdulkerîm Omer: Entegrebûna HSDyê divê li ser bingeha hevkariyê be

Dîroka Weşanê :
Ebdulkerîm Omer: Entegrebûna HSDyê divê li ser bingeha hevkariyê be

PeyamaKurd – Nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Ebdulkerîm Omer ragihand ku Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê pêşniyareke nivîskî ji bo tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav artêşê de pêşkêş kiriye.

Omer diyar kir ku niha fermandariya HSDyê vê pêşniyarê dinirxîne.

Omer destnîşan kir ku nakokiya sereke di navbera aliyan de li ser şêwazê tevlibûnê ye. Li gorî daxuyaniyê, Rêveberiya Xweser daxwaza “şirîkatî û hevkariyê” dike, lê Şam dixwaze HSDê “tesfiye” bike û kontrola navendî ferz bike.

Di projeya hatî pêşniyarkirin de tê xwestin ku HSD bibe sê firqe û du tugay (yek jê ya YPJê), lê Omer diyar kir ku ji ber zextên derve (bi taybetî yên Tirkiyeyê) û helwêsta otorîter a Şamê, heta niha peymanên berê nehatine bicîhanîn.

Omer tekez kir ku ew li dijî sîstemeke navendî ya radîkal in û çareseriyê tenê di diyaloga siyasî de dibînin.