El Hiwêt: “Parlementerên sunnî îxanetê li gelê Kurdistanê kirin”

El Hiwêt: “Parlementerên sunnî îxanetê li gelê Kurdistanê kirin”

PeyamaKurd – Berdevkê eşîretên Erebên sunnî yên li deverên Kurdistanê Şêx Mîzahîm El Hîwêt got ku ew parlementerên Ereb yên sunnî ku bo qutkirina budçeya Kurdistanê deng dane, xiyanetê li gelê Kurdistanê kirin.

Şêx Mîzahîm El Hîwêt bi xwe berdevkê Erebên li Deşta Nînovayê û deverên dinê yên Kurdistaniye. El Hiwêt bo BasNewsê gotiye ku ew parlementerên Eren yên sunnî ku li rex parlementerên şîî rawestiyane û budçeya xelkê Kurdistanê birine, nûnertiya sunniyan nakin.

El Hiwêt di axaftina xwe de gotiye:

“Ma qey ew qenciya ku cenabê Serok Mesûd Barzanî, hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Herêma Kurdistanê bi sunniyan re kirine, ji bîr kirine! Em bi tundî wê helwesta wan şermezar dikin. Bi rastî wan xiyanet li Herêma Kurdistanê kirin. Ew nûnertiya Erebên sunnî nakin. Çi ferq di navbera wan û DEAŞê de nemaye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin