El Monitor: Wê Mezlûm Ebdî serdana Hewlêrê bike û bi Serok Barzanî re bicive

El Monitor: Wê Mezlûm Ebdî serdana Hewlêrê bike û bi Serok Barzanî re bicive

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji aliyê Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ve gaveke dîrokî tê avêtin û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser vexwendina fermî serdana Herêma Kurdistanê dike û ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve tê pêşwazîkirin.

Li gorî nûçeya El Monitorê, tê çaverêkirin Mezlûm Ebdî serdana Herêma Kurdistanê bike û li Selahedînê ji aliyê Serok Barzanî ve were pêşwazîkirin û di asta bilind de hevdîtinê pêk bîne.

Çavkaniyên El Monîtorê ev serdan piştrast kirine, lê dema wê nehatiye diyarkirin bê kengî Ebdî vê serdanê dike.

Hêjayî gotinê ye, Nûnerê Serok Barzanî Dr. Hemîd Derbendî roj duşemê li Qamişlo bi Mezlûm Ebdî re civiya bû û nameya Serok Barzanî gihandibû wî.

Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.