PeyamaKurd – Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) diyar kir, PYDê çend roj berê endamekî wan revandiye û bang li HSD û Amerîkayê kir ku dawî li “binpêkirinan” bînin.
ENKSê eşkere kir, di 4ê Gulanê de endamekî wan ji aliyê PYDê ve hatiye revandin.
ENKSê li ser binpêkirina mafên endamên xwe li Rojava daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn, Asayîşa PYDê endamê Komîteya Navendî ya Partiya Gel a Kurdistanê Henan Şêx Baha li bajarê Kobaniyê ji bo cihekî nediyar revandine û bûyer şermezar kirin.
Herwiha Encûmenê daxwaz ji berpirsên pêwendîdar ên Amerîkayê û fermandariya HSDê kir ku dawî li van binpêkirin û revandinan bînin ku bi tu awayî xizmeta aramiya herêmê û berjewendiyên gel nake.
Herî dawî ENKSê ji PYDê xwest ku çarenivîsa siyasetmedar, rojnamevan û çalakvanên girtî eşkere bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin