Ji PÎAyê daxuyaniya proseya astengkirina damezrandina partiyê: Em dest jê bernadin

Ji PÎAyê daxuyaniya proseya astengkirina damezrandina partiyê: Em dest jê bernadin

PeyamaKurd - Partiya Însan û Azadî (PÎA) ku damezrandina wê du sal in ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve tê astengkirin, li Diyarbekirê civîneke rojnamevanî li dar xist.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî Ahmet Kaya da zanîn, ew dest ji damezirandina partiya xwe bernadin û bi awayekî nehiquqî partiya wan tê astengkirin.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî Ahmet Kaya, proseya astengkirina damezrandina pratiya wan wiha rave kir û got, wan destpêkê daxwaznameya xwe pêşkêşî Wezareta Karên Navxweyî kirine lê nehatiye standin û ji wan re hatiye gotin ku bi postayê daxwaznameya xwe rêkin û wan jî bi postayê şandiye û nivîsa wergirtina daxwaznameyê ji wan re hat şandin. Lê encam ji wan re nehat eşkerekirin, li ser vê yekê wan serî li dadgehê daye.

Li ser vê yekê wezaretê 2 bersiv dane wan di bersivên bi navê Suleyman Soylu hatîn dayîn de pêşî gotin, rêziknameya partiye dijî makezagonê ye, bersiva duyem de jî gotin divê hûn daxwaznameyê ji dest bidin û bi postayê nabe.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî Ahmet Kaya da zanîn ku bi awayekî nehiqûqî damezirandina partiyê tê astengkirin û ew dest ji partiya xwe bernadin.

Ahmet Kaya bibîr xist ku derbarê mijarê de wan xwestiye bi partiyan re hevdîtinan bikin lê Ak Partî û CHP randevu nedane û rexne li helwesta opozîsyona sereke CHPê kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin