Roja Jîngeha Kurdistanê hat ragihandin

Roja Jîngeha Kurdistanê hat ragihandin

PeyamaKurd – Di Roja Jîngeha Kurdistanê de, Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê, peyamek pêşkeşî xelkê Kurdistanê kir û diyar kir, li gor biryara Netewên Yekbûyî û Parlamentoya Kurdistanê, roja 16/04 her sal weke Roja Jîngeha Kurdistanê hat diyarkirin.

Serokê Desteya Parastin û Jîngeha Herêma Kurdistanê Ebdulrehman Sidîq, di civîneke çapemeniyê de da zanîn: ‘‘Ji îro û pê de hefteya Jîngeha Kurdistanê em radigihînin, ku hişyariya jîngehê û çalaki û helmetên jîngehê em ê bi rê ve bibin. Ji aliyeke din ve jî, saziyên ragihandinê mijarên jîngehê kirine pirsa çapemeniyê.’’

Herwiha da zanîn: ‘‘Ji vê hefteyê û pê ve, em ê kar bikin bo vekirina fermangeha jîngehê li parêzgeha Helebce, ew jî erk û fermana taybet divê bo hebe û dê encamdana çalakiyên jîngehî bigre ser xwe.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin