PeyamaKurd - Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistana – Sûriye li ser girtina rojnamevanê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê Hembervan Kosa ku li Malezyayê hatiye destgirkirin, bang li rêxistinên navdewletî kir ku wî radestî rêjîma Sûriyê nekin.
Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistana – Sûriye da xuyakirin, rojnamevan Hembervan Kosa ku xelkê bajarê Qamişlo ye û bi armanca karê rojnamevanî û berdewamîkirina xwendina xwe, ji Hewlêrê ber bi bajarê Stuttgart ê Almanyayê birê ketibû, lê li Malezyayê li firokxaneya Kuala Lumpur hatiye girtin.
Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistana – Sûriye metirsiya xwe li ser jiyana rojnamevan Hembervan Kosa derbirî û ragihand, ew metirsîdar in desthilatên Malezyayê rojnamevan radestî desthilatên Sûriyê bike û eger e metirsî li jiyana wî hebe, ji ber ku dîroka rêjîma Sûriyê derbarê de rojnamevanan de reş e û rêjîma Sûriyê rojnamevanên ne alîgirên rêjîmê bin, wan wek dijminan dibîne.
Encûmena Sendîkaya Rojnamevananbang li rêxistinên pêwendîdar kir ku destêwerdanê li cem desthilatên Malezyayê bikinû wî rojnamevanî vegerînin Hewlêrê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin