Êrîsekî terorî bo ser xeta petrola Kurdistanê hat kirin

Êrîsekî terorî bo ser xeta petrola Kurdistanê hat kirin

PeyamaKurd – Hukumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku çarşema borî êrîşeka terorî bo ser xeta petrolê ya Herêma Kurdistanê hatiye kirin û weha got:

“Em ê nehêlin û musamahayê qet nekin ku tehdîdekî li hemberê berjewendiyên hukumeta Herêma Kurdistanê û ser aqarên an dahatên xelkê Kurdistanê bêkirin. Em êrîşa ku bo ser xeta petrolê ya Herêma Kurdistanê hatiye kirin bi tundî şermezar dikin.”

Hukumeta Herêma Kurdistanê ragihandina xwe bi awayekî nivîskî kir û weha got:

“Roja çarşema borî di 28 ê cotmeha 2020an de bi sedema êrîşê birin ser xeta petrolê ya Herêma Kurdistanê, di îxracata petrolê de astengî çêbû.

Hukumeta Herêma Kurdistanê êrîşê bi tundî şermezar dike, tevgerên weha li Herêma Kurdistanê û herêmê dê bêhtir tevliheviyê çêbike.

Bi tehdîdkirina Hukumeta Herêma Kurdistanê û îhlalên bo ser dahata xelkê Kurdistanê ku pê debara xwe dikin, êm ê îznê nedin. Bo ew kesên êrîşê kirine bên dîtin, lêpirsîn dewam dike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin