PeyamaKurd - Li navçeya Îliç a Erzinganê xebatên lêgerîn û rizgarkirina 9 karkerên ku li kana zêr a navçeya Îliç a Erzinganê di bin axê de mabûn didome.
Hate ragihandin ku nasnameya 6 karkeran ku di encama karesata rûxana zemîna kana zêr de di bin axê de mane aşkere bûye.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin 6 karkerên ku di bin axê de mane Şaban Yilmaz, Kenan Oz, Îbrahum Kekluk, Adnan Kekluk, Huseyun Kaya û Ramazan Çîmen in.
Hate ragihandin ku xizmên karkerên di bin axê de mane jî li cihê bûyerê xebatên lêgerînê dişopînin.
Ji aliyê din ve Gerînendehiya Giştî ya Keş û Seqayê ya Tirkiyeyê ragihand ku li herêmê germahiya hewayê 8 pile ye û wê tevahiya rojê barîna baranê bidome.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin