PeyamaKurd- Wezîrê karên bergiriyê yê Amerîkayê Mark Esper ragihand ku dê sehayên petrolê yên li Sûriyê biparêzin û yên ku bixwazin wan bixin destê xwe, wê hêza xwe bikarbînin û bersivaka tund bidin wan. Esper di beyana xwe de weha got:
“Eger sehayên petrolê bên tehdîdkirin, em ê bersiva ji dil bidin. Wê Amerîka kontrola sehayên petrolê yên li rojhilata bakûrê Sûriyê kontrol bike. Heya Bexdadî sax bû, perê ku ji petrolê dihat bo operasyonên İŞİDê dihat bikaranîn. Ew perê ji petrolê were, dibe ku bibe fonekî bo desteka YPG ê.”
Bo parastina sehayên petrolê Amerîka car din konwoyeka leşkerên xwe dagerandibû Sûriyê da sehayên petrolê yên li Dêrezorê biparêzin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin