PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê li navçeya Nûrdaxiyê karmendên ku sewaxa avahiyê dikirin, bi sedema xalata wan qetiya, ji qata 3 yê her 4 karmend ketin û birîndar bûn. Karmendên ji avahiyê ketin Osman Duman (50), Enes Duman (23) Muhammed Emino (32), Mustafa Emino (35) in û birîndar bûn.
Li ser qeza înşaatê tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Nûrdaxiyê. Ji karmendan Osman Duman û karmendê ji Sûriyê Emino li nexweşxanê can dan.
Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin