Li Efxanistanê erîs:12 mirî 12 birîndar

Li Efxanistanê erîs:12 mirî 12 birîndar

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li navçeya Şîndent bi ser bajarê Herat ku li rojavayê Efxanistanê ye, êrîşa bombeyî hate lidarxistin û di encama teqîna bombeyê de 6 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 9 kes jî wek birîndar rakirine nexweşxaneyê.

Ligor agahiyên ji Midurê Ewlehiya Heratê Abdul Ahad Welîzadeh hatine bidestxistin; Bicîkirina bombeyê li ser motosîkletekî sê tekel, li navenda bajêr li ba îstasyoneke benzînê erîş hatiye pêkanîn,

Herwiha Welîzadeh diyar kir, ku di erîşê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 9 kes jî wek birîndar rakirine nexweşxaneyê.

Heta niha kesî ev erîş negirtiye ser xwe. 

Wekî din, îro li wîlayeta Sar-i Pula Efxanistanê, Talîbanê êrîşî qereqola polîsan kiribû û di encama êrîşê de 6 polîs miribûn 3 jê jî birîndar bibûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin