Saredariya Farqînê dest bi anonsên Kurdî kir

Saredariya Farqînê dest bi anonsên Kurdî kir

PeyamaKurd – Şaredariya Farqînê di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir ku li navçeyê anonsên Kurdî û Tirkî jî hatine zêdekirin û ew derbasî serlêdana duzimanî bûne.

Hevşaredarên Farqînê yên DEMê Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen ên ku di hilbijartinên herêmî yên navçeya Farqînê ya Diyarbekirê de bi rêjeya ji sedî 70,69’ê dengan bi ser ketin, Kurdî jî li daxuyaniyên şaredariya navçeyê zêde kirin.

Şaredariyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê da daxuyanî da û wiha got:

“Li şaredariya me bi Kurdî anons hatin kirin.

Di çarçoveya xizmeta duzimanî de, şaredariya me niha dest bi anonsên bi Kurdî kir.

“Ji niha û pê ve wê bi Kurdî jî bi Tirkî daxuyanî bên dayîn û gelê me bi zimanê xwe derbarê geşedanên li şaredariya me de bên agahdarkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin