PeyamaKurd – Şîrketa enerjiyê ya Îngîlîz ya bi navê Gulf Keystone, li Herêma Kurdistanê xebatên xwe dikir lê bi sedema krîza ewlehiyê û tevgerên leşkerî yên li herêmê dest ji hilberînê berdabû.
Gulf Keystone niha ragihandiye ku ew amade ye di seha Şêxanê de ya bi ser bajarê Duhokê, dest bi hilberîn û îxracata petrolê bike.
Şîrketa Gulf Keystone, rapora xwe ya ji bo sala 2025an ya malî bi raya giştî re parve kir. Di raporê de performanca aboriyê ya sala 2025an û bandora şerî ya li ser hilberîna petrolê agahiyên fireh hene.
Li gor raporê; petrola ku xeta Ceyhanê de şandiye, varêla wê bi 50,5 dolarî firotiye. Petrola ku firotiye bazara cîh, varêla wê bi 27,6 dolarî firotiye. Petrola ku di ser Ceyhanê de firotiye, kara wê zêdetire.
Rêvebirê giştî yê şîrketê Jon Harris ragihand ku di her 2 mehên sala 2026an de, gelek serkeftî bûne û weha got:
“Di dawiya meha Sibatê de, hilberîna me ji 44 hezar varêlî zêdetir bû. Lê bûyerên neyînî yên ewlehiyê bi taybetî ji ber şerê Îran-DYAyê, ji bo jiyana xebatkarên me nekevin talûkê, me xebata xwe rawestand.”
Şerê di navbera DYA-Îranê de bandora neyînî li ser hilberînê kiriye. Li gor raporê; di nîvê meha Gulanê de hilberîna petrolê daketiye 32 hezar û 100 varêlî. Harris ragihandiye ku ewlehiya herêmê hebe, wê hilberîn û îxracat gelek zêde bibe.
Di sala 2025an de, rojane hilberîna petrolê 41 hezar û 560 varêl bûye û li gor sala borî %2 zêde kiriye. Temamê rezerva petrolê ya seha Şêxanê, li dora 416 milyon varêli ye ku Şêxan dikeve nav sînorê bajarê Duhokê.
Di sala 2025an de, veberhênana şêrketê 38,8 milyon dolare lê ji ber rewşa herêmê ne zelale, projeyên 2026an yên veberhênanê rawestandiye.
Şîrket, ji 27ê Êlûn a 2025an û pê de, bi temamî petrola xwe di rêya borûyê de dişîne derve.