PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Şemrexê (Mazıdağê) gundiyên gundên Kufrag (Ekinciler) û Şemika (Karataşê) ji sala 2017an heya îro perê elektrîkê nadin dewletê û şîrketa ku karê dewletê yê elektrîkê dike gundiyan dabû dadgehê û dadgehê qezenc kiribû.
Li ser encama biryara dadgehê, xebatkarên şîrketê 5 trafoyên elektrîka gundan ji cîh rakir û bir. Li gundê Kufragê di dema trafoyê hilanîn, di navbera gundî û xebatkarên şîrketa elektrîkê de pevçûn derket û gundî agir berdan pirêzên xwe.
Tîmên îtfaiyê agirê prêzan vemirandin. Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin. Li arazî şewitandina prêza qedexeye û cezayê zîndanê û yê pera heye ku dewlet dikare bide wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin