Brûsk li leskeran ket: 3 mirî, 13 birîndar

Brûsk li leskeran ket: 3 mirî, 13 birîndar

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê brûskê li leşkerên Tirkiyê daye û di van herdu bûyeran de 3 leşkerên tirk mirine û 13 jî birîndar bûne.

Wezaretê Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku bûyer li baregeha Girê Davul a Colemêrgê rû daye.

Herwiha hat diyarkirin ku di encama ketina brûskê de efserek û çawîşekî pispor can dane  û 13 leşkerên din jî birîndar bûne.

Wezaretê ragihand ku brûsk li leşkerên “Operasyona Pençeyê” yên li Başûrê Kurdistanê jî ketiye û leşkerek ji ber ketina brûskê miriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin