Prensê welîahd yê Erebistana Si’ûdî Muhammed bîn Selman li Qesra Sipî, bi serokê Amerîka Donald Trump re li Washingtonê hevdîtinekî pêkanî. Di hevdîtinê de behsa sîlih, sermaye û mijara Îranê hat kirin.
Trump di demên dawiyê de sîlihên ki bi bihayê 12.5 mîlyar dolarî firotiye Erebistanê, li ser kartonekî nîşanî çapemeniyê da.
Trump got wê bi firotina sîlihan û bo çêkirina wan, li Amerîkayê ji 40 hezar kesî re derfeta îş peyda bibe.
Trump wekî din jî got ku Erebistan bi 13 mîlyar dolarî, sîparîşa sîstema parastina hewayî ya bilind, bi 3.8 mîlyar dolarî C-130 balafirên naqliyê, bi bihayê 1.2 mîlyar dolarî tank, bi bihayê 1.4 mîlyar dolarî P-8 Poseidon balafirên şer daye. Niha dest bi xebata çêkirina wan kirine û wê di demaka nêz de teslîmî Erebistanê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin